OECD: Bandorên krîza 2008’an hê ranebûye
Di rapora Rêxistina Rabûn û Hevkariya Aborî (OECD) de bal hate kişandin ku bandorên krîza 2008’an a global encex 2017’an wê kêm bibin û amaje bi kêmbûna destmêzê hate kirin.
Di rapora Rêxistina Rabûn û Hevkariya Aborî (OECD) de bal hate kişandin ku bandorên krîza 2008’an a global encex 2017’an wê kêm bibin û amaje bi kêmbûna destmêzê hate kirin.
Di raporê de hate diyarkirin di asta herî jor a krîzê de li tevahiya OECD’yê di nav kesên temenê wan di navbera 15-17’an rêjeya bi karûbarkirinê bi 58,6 e û tê bibîrxistin ku ev di wê serdemê de tê beramberî 20,3 milyon karûbarkariya kêm. Rapor bi lêhûrbûna daneyên 34 dewletan hatiye amadekirin û tê diyarkirin ji dawiya 2015’an ve rêjeya bikarûbarkirinê ya di di nav vê koma temenê de 60,2 û bi xêra vê kêmbûna bikarûbarkirinê 5,6 milyon kêmtir bûye.
Di raporê de tê diyarkirin rêjeya betaliyê ya li tevahiya OECD’yê ji 2013’an ve seraqet kêm ketiye û 2015’an ev daketiye heya bi rêjeya 6,5 û hijmara betalan jî wekî 40,2 tê gotin. Ev jî li gorî beriya krîza 2008’an 8 milyon zêdetir kes bê kar mane.
Di rapora bikarûbarkirina salana de tê diyarkirin li dewletên wekî Elmanya, Şilî, Macarîstan, Israîl û Tirkiyê rêjeya bikarûbarkirinê li gorî ya beriya krîzê 100 ji 5’an zêdetir bûye. Li dewletên wekî Yewnanîstan û Spanya û Îrlandayê ev rêje di navbera 8 û 9’an de diçe û tê.
Di rapora OECD de xaleke din a ku li ser tê rawestandin ew e ku ji krîza 2008’an ve destmêz tim kêm dibin. Li gorî vê li Capon, Portekîz, Yewnanîstan, Îrlanda, Spanya û dewletên Balti destmêz kêm dibin û destmêzên reel jî kêm dibin. Hate diyarkirin ku ev kêmbûn li Brîtanyaya Mezin li gorî serdema 2000-2007’an 100 ji 25 e.