Şerê li Komara Afrîka Navîn giran bû: Gelek kes mirin

Şerê li Komara Afrîka Navîn ê navbera hin komên serhildêr, ji nû ve giran bû. Hat ragihandin, di şerê li Bambarî ya li nêzî paytext Bangûî de gelek kesî jiyana xwe ji dest dane.

Şaredarê Bambarî Abel Matchîpata diyar kir, bûyerên ku roja Duşemê piştî kuştina karsazekî rû da, duh jî dewam kirin. Hat îdîakirin, ku endamên yekîtiya Aştiyê ya Afrîka Navîn, ku ji pêkhateyên berê yê Seleka ye, ev sûîqest kriine. Piştî sûîqestê, di navbera fraksiyonên cuda de şer derket.

Li gorî agahiyên ji aliyê Matchîpata ve hatin dayîn, di bûyeran de 15 heta 20 kes mirin e. Çavkaniyên nexweşxaneyê ragihandin, ev hejmar herî kêm 12 kes e. Rayedarên Xaça Sor jî dan xuyakirin, ku hejmara miriyên li nexweşxaneyan herî kêm 20 e.

Hat ragihandin, leşkerên Morîtanya û Bûrûndî, ku Neteweyên Yekbûyî ew weke hêza aştiyê şandiye vî welatÎ, dest li bûyeran werdan e.