Du berpirsyarên qirkirina Tûtsî wê heta dawiya emrê xwe girtî bin

Du şaredarên berê yên li Rûandayê di qirkirina 800 hezar Tûtsî de cih girtin, ji aliyê dadgeha Fransayê ve bi cezayê girtina heta dawiya emrê xwe, hatin cezakirin.

Doz li Dadgeha Cezayê Giran a Parîsê hat dîtin. Di encama darizandinê de Şaredarên berê yên komuna Kabarondo ya Rûandayê Tîto Barahîra û Octavîen Ngenzî, ji ber qirkirin û sûcê li dijî mirovahiyê, bi cezayê girtina heta dawiya emrê xwe hatin cezakirin.

Dadgehê di biryara xwe de ragihand, ev her du rêveberên berê yên herêmî, komkujiyên Tûtsî yên Nîsana 1994'an ên li Kabarondo bi rê ve birine û bi xwe fermana komkujiyê dane. Dadgehê biryar da her du bersûc heta dawiya emrê xwe li girtîgehê bên girtin.

Rûniştinên dozê 8 hefteyan dewam kirin û gelek mexdûrên qirkirinê weke şahid beşdar bûn. Barahîra û Ngenzî xwe li dozê parastin û îdîa kirin ku rola wan di qirkirinê de nîne.

Beriya van cezayên ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Parîsê ve bê dayîn, di Adara 2015'an de endamê berê yê artêşa Rûanda Pascal Sîmbîkangwa bi girtina 25 salan li girtîgehê hatibû cezakirin. Îspat bûbû ku Sîmbîkangwa di komkujiyên li paytext Kîgalî de cih girtiye.

Li Rûandayê, şerê navbera Hûtû ku piraniya nifûsê ne û Tûtsiyan ku hindikahiyên li vî welatî ne, di Nîsana 1994'an de veguherîbû komkujiyan. Di êrîşên qirkirinê yên 100 rojî dewam kirin de, 800 hezar kesên ji Tûtsiyan jiyana xwe ji dest dabûn.

Çavkaniyên cuda radigihînin ku beriya qirkirina sala 1994'an nifûsa Tûtsiyan yek ji pênc parên 8 mîlyonên nifûsa Rûanda bû. Çavkanî texmîn dikin ku di qirkirina 1994'an de ji sedî 75 heta 90'î ya nifûsa Tûtsiyan hatin qetilkirin.