Nifûsa YE bi saya koçan zêde bû

Li gor daneyên Ofîsa Statîstîka Yekîtiya Ewropayê (Eurostat), nifûsa YE sala 2015’an milyonek û 800 hezarî zêde bûye û gihiştiye 510 milyon û 100 hezarî.

Li gor daneyên Ofîsa Statîstîka Yekîtiya Ewropayê (Eurostat), nifûsa YE sala 2015’an milyonek û 800 hezarî zêde bûye û gihiştiye 510 milyon û 100 hezarî. Lê, di vê zêdebûnê de serlêdana îltîcaya mîlyonek û 200 hezar kesî û her wiha koçên din xwedî par in.

Li gor heman daneyan, di sala 2015’an de li 28 welatên yekîtiyê, 5 milyon û sed hezar welidînê nû bûne, hejmara kesên mirine jî 5 milyon û 200 hezar in.

Li gor agahiyên Eurostatê, bi taybet serlêdanên îltîcayê di hevsengî û zêdekirina nifûsa YE de xwedî rol e. Sala bihurî, ferqa navbera penaberên hatine YE û yên çûne de milyonek û 897 hezar in.

Di nav welatên Yekîtiya Ewropa de li Îrlanda, Fransa, Brîtanyaya Mezin û Swêdê, hejmara welidînê ji ya mirinan zêdetir in. Rêjeya herî kêm a welidînê jî li Îtalya, Portekîz û Yewnanîstanê ye. Li Bûlgarîstan, Hirwatîstan, Romanya, Lîtwanya û Letonyayê jî hejmara mirinan ji welidînê zêdetir in.