Rastiya îdîaya "DAIŞ plan dike êrîşî Elmanyayê bike" cihê "gumanbariyê" ye.
Di nûçeya rojnameya Welt am Sonntag a roja Yekşemê tê weşandin de hat ragihandin, kesê bi navê Salem A yê li Fransayê hat girtin û hat îdîakirin ku plana DAIŞ'ê ya êrîşa li hemberî Elmanyayê kifş kiriye, pêwendiya xwe bi Rêxistina Agahîwergirtinê ya Federal (BND) ve heye.
Li gorî îdîaya rojnameyê, ev şexs dema li Sûriyeyê bû, bi 'çavkaniyeke agahiyê' ya ji bo BND dixebitî re di nava têkiliyê de bû. Di nûçeyê de hat îdîakirin, Saleh A agahî daye ajanekî ji bo BND'ê îstîxbarat kom dikir.
Rojnameya Welt Am Sonntag da xuyakirin, ku wan nekarî li ser mijarê ji BND'ê agahiyê werbigirin û da zanîn, rêxistina îstîxbaratê ancax agahiyan dide hikûmetê û saziyên erkdar ên Meclîsa Federal.
ÎDÎAYA 'PLANA ÊRÎŞÊ YA LI DUSSELDORFÊ' DIBE KU NE RAST BE
Hatibû ragihandin, Saleh A yê par li Elmanyayê serlêdana penaberiyê kir, di destpêka vê salê de çû Fransayê û teslîmî polîsên li vir bû. Dozgerya Federal a Elman jî di daxuyaniyeke xwe ya destpêka meha Hezîranê de dabû zanîn, ku Saleh A gotiye, DAIŞ plan dike êrîşî Altstadt a Dusseldorfê bike. Nûçeya Welt am Sonntag, rastiya vê îdîaya li ser êrîşê gumanbar dike.