Ûrûgûayê doza li hemberî Phîlîp Morrîs qezenc kir
Ûrûgûay a dixwaze kişandina cixareyê kêm bike, di têkoşîna hiqûqê ya li hemberî şîrketa Phîlîp Morrîs a ji hevkariya Swîsre-Amerîka de bi ser ket.
Ûrûgûay a dixwaze kişandina cixareyê kêm bike, di têkoşîna hiqûqê ya li hemberî şîrketa Phîlîp Morrîs a ji hevkariya Swîsre-Amerîka de bi ser ket.
Hikûmeta Ûrûgûayê bi biryara xwe ya sala 2010'an re ferz kir ku bi tenê çend markayên cixareyan ên şîrketa Phîlîp Morrîs bên firotin û mesajên hişyarkirinê li ser ji sedî 80 ê paketên cixareyê werin bicihkirin. Şîrketa Phîlîp Morrîs jî li hemberî vê biryarê, li Dadgeha Tahkîmê ya Navneteweyî ya ser bi Banka Cîhanê (ICSID) doza tazmînatê ya ji 25 mîlyon dolarî vekiribû.
Di rûniştina li dozê de, dadgehê daxwaza tazmînatê ya Phîlîp Morrîs red kir û hikum da ku astengiyên rêveberiya Ûrûgûayê destnîşan kiriye, mafdar e.
Serokdewletê Ûrûgûayê Tabare Vazûqez ku ew bi xwe jî doktor e û di navbera salên 2005-2010'an de wezîfeya Serokdewletiyê kir, di sala 2015'and e jî ji nû ve hat hilbijartin, di sala 2006'an de qedexe kiribû ku li cihên li gel vekirî ne, neyê kişandin.