Li Brîtanyayê, Sir John Chîlcot rapora ku dagirkirina Iraqê dinirxîne amade kiribû, dabû xuyakirin ku Îngilistan di dagirkirina Iraqê de ku di pêşengiya DYE de pêk hat, “beriya vebijêrkên aştîxwaz bidawî bibin tevlî bûye” û polîtîkaya wê ya Iraqê “li ser îstîxbarata û nirxandinên rût hatiye avakirin.”
Burokratê teqawîdkirî Sir John Chîcot ku salên 2009-2011’an têkîldarî Şerê Iraqê lêpirsîn dikir, hin encamên girîng ên rapora xwe ku ji 2 mîlyon û 600 hezar gotinî pêk tê, bi raya giştî re parve kiribû.
Di raporê de bal tê kişandin ku “bêyî vebijêrkên aştîxwaz bidawî bibin” di pêşengtiya DYE de tevlî destwerdana Iraqê bûne, destnîşan kiribû ku îstîxbarata ku rejîma Sedam Huseyîn hilberîna çekên kîmyewî û biyolojîk didomîne jî bêyî bingeh bû.
BLAÎR ‘XEMGÎN E’ LÊ JI BIRYARA XWE BAWER E
Endamê Partiya Karkeran (Labour) û serokwezîrê berê Tony Blaîr bi daxuyaniyek çapemeniyê bersiv da raporê, got destwerdana Iraqê “biryarek rast” bû. Blaîr destnîşan kir ku biryara destwerdanê “bi niyaza baş” hatiye girtin, li gor fikrên wan “ev ji bo berjewendiyên welat” bû.
Piştre du konferansa 2 saetan de jî got biryara tevlîbûna destwerdana Iraqê ji bo wî “biryara herî zor” bû. Blaîr wiha axivî: “Ez tevahî berpirsiyariya vê li xwe digirim.”
Blaîr ji ber biryara şer “xemginiya xwe” bi lêv kir, ji ber qewimînan lêborîna xwe xwest.
Tevî vê jî Blaîr îdîa kir ku eger dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Huseyîn li ser desthilatiyê bima, “wê ji bo aştiya cîhanê tehdîdek mezin bûya.” Blaîr, angaşt ku piştî Sedam ket, cîhan “hê ewletir” bûye.
George W. Bûsh ku Serokê demê yê DYE û serkêşê destwerdana Iraqê bû, polîtîkayên xwe yên wê demê parastibû. Bûsh gotibû, “tevahî cîhan ji ber Sedam Huseyîn ne li ser desthilatdariyê ye, hê baştir e.”
Lîderê niha yê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn ê ku li ber destwerdana Iraqê radibû jî, li ser navê partiya xwe lêborîn xwestibû.
BAVÊ LEŞKER: KURÊ MIN VALA VALA MIRIYE
Ji Şerê Iraqê û vir ve tê gotin ku mabeyna 100 hezar û mîlyonek Iraqî mirine.
Brîtanyaya Mezin sala 2003’yan di pêşengiya DYE’yê de bi 30 hezar leşkerî tevlî Şerê Iraqê bibû û heta 2009’an jî bi giştî 179 leşkerên wê miribûn.
Piştî rapor hat ragihandin, bavê leşker Regînald Keyse ji çapemeniya Îngîlîz re axivî, wiha bertek nîşan da: “Li gor encamên min jê derxistiye, kurê min vala vala miriye.”