Di daxuyaniya çapemeniyê ya Dozgeriya Federal a Belçîkayê de hate ragihandin ku îadeya kesên bi navên Muhammed Amrî û Alî Oulkadî ku piştgirî dabûne yek ji kiryarê herî girîng Salah Abdeslam ku teqîna ku DAÎŞ’ê pêk anîbû, bi cih anîne.
Tê gumankirin ku Muhamed Amrî piştî bûyerê Salah Abdeslam ku plana komkujiyê girêdabû bi wesayitekê revandiye Belçîkayê. Hamza Attouyê ku hatiye tespîtkirin heman rojê de bi wan re bûye hefteya bihurî radestî saziyên Fransayê hatiye kirin.
Lê tê fikirîn ku gumanbarê din yê bi navê Alî Oulkadî jî di 14’ê Mijdara 2015’an de Abdeslam bi wesayitekê biribû Bruksel.