Qanûna Ahengiyê ya Elmanya ji Meclîsa Eyaletan derbas bû

Qanûna Ahengiyê ku di xwe de li Elmanya guhartinên şertên xebat û îkameyê yên penaberan vedihewîne ji Meclîsa Temsîlkar a Eyaletê derbas bû.

Qanûna ku duh li Meclîsa Federal hatî pejirandin ji ber sedema ku pêdivî pê nehate dîtin ku di komîsyona Meclîsa Temsîlkar a Eyaletê de were axaftin, teqez bû ku were sepandin.

Bi Qanûna Ahengiyê ku ji hêla muxalefetê ve dihate rexnekirin mafê xebatê yê penaberan hêsan dike û binbariyên nû bi xwe re tîne. Di nav çarçoveya qanûnê de ku tê gotin penaberên ku alîkariya sosyal distînin wê ji hêla rayedarên saziya îdareya bajêr ve werin bicihkirin û kesên ku qebûl nakin tevlî qanûna ahengiyê bibin wê ji alîkariyê bêpar bimînin.

Bi qanûnê re bi mebesta penaber bi welêt re entegre bibin 100 hezar derfetên kar wê bêne afirandin û heya ku perwerdehiya pîşeyî temam bikin, 3 sal û ji bo ku di dawiyê de karekî jî bibînin wê 2 salan heqê rûniştinê bistînin.

Partiya Çep a di muxalefetê de û partiya Kesk bi tundî xala, ‘’îdareya bajêr wê biryar bide bê ka penaber wê li kû werin bicihkirin’’ rexne kirin û ji hêla eyaleta Mecklenburg- Vorpomemernê ya rêveberiya Partiya Sosyal Demokrat ve gilî hatibû kirin. Ev nerazîbûn nehate qebûlkirin ku di Komîsyona Meclîsa Temsîkar a Yasayê de were axaftin.

Xala têkildarî rêveberiya bajêr wê biryar bide bê ka penaber wê li kû derê bi cih û war bibin piştî 1 Çileya 2016’an wê ji bo penaberên ku mafê stargehê standina derbasdar be.

Li Elmanya qanûnên di asta federal de piştî pejirandina Meclîsa Federa, piştî ku ji hêla Meclîsa Temsîlkar a Eyaletan ve ku nûnerên hikûmeta 16 eyaletan tê de ne, derbas dibe.