DYA'yê têkildarî rêveberên Koreya Bakur biryara danekirinê da
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand, yekemcar li hemberî lîderê Koreya Bakur Kîm Jong Ûn biryara danekirinê hatiye girtin.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand, yekemcar li hemberî lîderê Koreya Bakur Kîm Jong Ûn biryara danekirinê hatiye girtin.
Di daxuyaniya Wezareta Maliyê ya DYA de hat gotin, lîderê Koreya Bakur sûcên kuştina gelek mirovan bi rengekî bêdaraz, îşkence û xebitandina mirovan li kampên bi zorê kar dike, kiriye. Wezaretê diyar kir, têkildarî gelek rêveberên Partiya Komunîst jî biryara danekirinê hatiye girtin.
Di nava van rêveberan de Wezîrê Ewlekariyê Choe Pû II û ji şêwirmendên hikûmetê Rî Song Chol jî hene. Saziyên weke Daîreya Sansurê jî di nava van danekirinan de cih digirin.
Di çarçoveya van danekirinan de, wê hemû mal û milkên Kîm Jong ûn û gelek rêveberên wî yên li cihên erka dadgeriyê ya DYA lê heye, bên desteserkirin.
Koreya Bakur, ku beşeke girîng a gelê wê di nava xizaniyê de ye, ji ber ceribandina atomê û fuzeyên menzîl dirêj, rê li ber nerazîbûnan vekiribû. Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî Koreya Bakur di meha Adarê de biryarên danekirinê girtibû. Komara Gel a Çînê jî ku demeke dirêj bêdeng bû, firotina madeyên dikarin di çekên tinekirina girseyî de werin bikaranîn, li Koreya Bakur qedexe kiribû.