BND'ê gelek welat şopandiye
Li Elmanyayê, bandora rapora Meclîsa Federal a li ser rêxistina îstîxbaratê dewam dike. Derket holê, hejmara saziyên dewletên biyanî yên hatine şopandin û li wan hatine guhdarîkirin, ji ya tê zanîn zêdetir e.
Li Elmanyayê, bandora rapora Meclîsa Federal a li ser rêxistina îstîxbaratê dewam dike. Derket holê, hejmara saziyên dewletên biyanî yên hatine şopandin û li wan hatine guhdarîkirin, ji ya tê zanîn zêdetir e.
Li gorî rapora Komîsyona Kontrolkirina Servîsên Veşartî ya li ser karên Rêxistina Agahîgirtinê ya Federal (BND), li piraniya welatên Yekîtiya Ewropa (YE) û NATO'yê hatiye guhdarîkirin.
Li gorî raporê, hejmara 'hedefên' BND'ê heta dawiya sala 2013'an li wan guhdarî kiriye, 3 hezar 300 e, ku di nava van de serokên dewlet û hikûmetan, wezîr û gelek saziyên Yekîtiya Ewropayê jî hebûn.
Di raporê de navên welat û rayedarên ji aliyê BND'ê ve li wan hatine guhdarîkirin nehat eşkerekirin. Lê hat ragihandin, li dehan nûner û wezîrên welatên Yekîtiya Ewropa û NATO'yê hatiye guhdarîkirin. Di nava van de gelek ofîs û navendên leşkerî jî hene.
Li gorî raporê, di nava kesên li wan hatiye guhdarîkirin de dîplomatê Elman Hansjorg Haber jî heye. Haber di navbera salên 2008-2011'an de li Gurcîstanê serokê 'Komîsyona Çavdêriyê' ya Yekîtiya Ewropayê bû. Her wiha, heta ku di meha Hezîranê de îstifa bike, li Tirkiyeyê serokê delegasyona Yekîtiya Ewropayê bû.
BND'ê, ji nava saziyên biyanî bi giranî li nûnertiyên dîplomatîk guhdarî kiriye. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA), Dadgeh Ceza ya navneteweyî, Fona Alîkariya ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), bi tenê çend ji saziyên li wan hatine guhdarîkirin e.
Her wiha gelek şîrketên li qadên parastin, ragihandin, şêwirmendî, hewa û fezayî dixebitin, hedefên BND'ê bûn.
Tê îdîakirin, karê guhdarîkirina li nava welêt û derveyî welêt ê rêxistina veşartî ya Elman, di dawiya sala 2013'an de qediya ye.