Êrîş vê carê li avahiya dadgehê hat kirin

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), piştî êrîşên çekdarî yên hefteya derbasbûyî, duh li avahiya dadgehê êrîşeke çekdarî rû da.

Li bajarê St. Joseph ê eyaleta Mîchîganê, li avahiya dadgehê êrîşek hat kirin. Di êrîşê de 2 wezîfedarên edlî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha gelek kes birîndar bûn, ku alîkarekî şerîf jî di nav de heye. Hat ragihandin, êrîşkar ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.

Li DYA'yê, hefteya derbasbûyî rojên Sêşem û Çarşemê, di du bûyerên cuda de 2 mirovên reşik ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin û dîmenê yek ji van bûyeran ji aliyê hevjîna welatiyekî reşik ê hat qetilkirin ve bi kamerayê hatibû kişandin. Vê bûyerê deng veda û roja Pêncşemê li Dallasê 5 polîs hatibûn kuştin. Hat îdîakirin, ku êrîşkar berî bê kuştin gotiye 'armanca min, bi tenê kuştina polîsên spî ye."

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, her sal herî kêm 30 hezar kes di encama êrîşên çekdarî de jiyana xwe jid est didin. Serokê DYA Barack Obama û Demokrat dixwazin şert û mercên rakirina çekê bên girankirin, lê Komarparêz li dijî vê daxwazê ne.