Hevpeymana koçberan: Tenê 800 koçber gihiştin YE’yê
Di çarçoveya peymana koçbaran a bi Tirkiyeyê re ji welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) 798 koçber hatine girtin. Ji van koçberan jî 292 koçber şandine Elmanyayê.
Di çarçoveya peymana koçbaran a bi Tirkiyeyê re ji welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) 798 koçber hatine girtin. Ji van koçberan jî 292 koçber şandine Elmanyayê.
Li gorî nûçeya rojnameya Rheînîsceh Post a ku li Elmanyayê weşanê dike û dispêre çavkaniyên derdorî hikûmetê, di çarçoveya peymana koçbaran a bi Tirkiyeyê re ji welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) 798 koçber hatine girtin. Ji van koçberan jî 292 koçber şandine Elmanyayê.
Di çarçoveya peymana ku di 20’ê Adarê de kete meriyetê jimara koçberên ku ji Yewnanîstanê şandine Tirkiyeyê 468 in.
Di çarçoveya Peymana Koçbera a di navbera YE û Tirkiyeyê ku rê li ber gotûbêjên mezin vekiribû, li beramberî her koçberekî Sûriyeyî yên ku bi rêyên qaçax ketibûn Yewnanîstanê û wê bişandana Tirkiyeyê, wê koçberekî Sûriyeyî yê li Tirkiyeyê vegûhezin welatekî YE’yê. Di çarçoveya peymana ku bi navê mekanîzma 1:1 hatî binavkirin de dihat plankirin ku 72 koçberên Sûriyeyî bişînin YE’yê.
Lê, di meha Hezîranê de vîzeyên ku Elmanya dabûn koçberên ji bo biçin Tirkiyeyê, hatibû dîtin ku derxistin ji derveyî welat. Hat diyarkirin ku Tirkiye bi taybet koçberên ku perwedekirî û hoste ne asteng kirine.
Di banga ji aliyê Fona Alîkariyê ya Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (ÛNHCR) de, daxwaz hatibû kirin ku divê Tirkiye koçberên ku endezyar û doktor ji welat dernexin.
Li aliyê din di lêkolîan ku ji aliyê Ensîtîtuya PWE ku li 8 welatên YE’yê kiribû de, dan diyarkirin ku bi zêdebûna koçberan a li Ewropayê metirsiya zêdebûna êrîş û terorê bi xwe re bînin. Li gorî anketa ku bi 10 hezar Ewropiyan re hatî kirin; rêjeya ku vê metirsiyê dijîn li Macerîstanê ji sedî 76, li Polonyayê ji sedî 71, li Elmanya û Hollandayê jî ji sedî 61 e.
Bi taybet li Polonya, Macerîstan û Yewnanîstanê rêjeya yên ku difikirin koçber wê ziyanê bidin ekonomiyê ji çaran sê ye.