Mexdûrên komkujiyê doza 'xemsariyê' li dewletê vedikin

Xizmên hin kesên di komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîs û Saînt Denîsê jiyana xwe ji dest dan, bi sedema ku 'xemsarî heye' wê dozê li dewletê vekin.

Di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 13'ê Mijdara 2015'an a li paytexta Fransa Parîsê de 130 kesan jiyana xwe ji dest da bûn. Li ser navê xizmên 17 ji van qurbaniyan, parêzer Samîa Maktoûf daxuyaniyek da û diyar kir, di mijara pêşîgirtina li komkujiyê de, gelek 'kêmasiyên mezin' ên yekîneyên îstîxbaratê heye. Maktoûf, pirsgirêkên şopandina endamên çete yên li Fransayê, ku beriya pêkhatina komkujiyê li Fransayê bûn, weke hinceta dozê nîşan da.

Parêzera mexdûran bi taybetî navê çeteyê bi navê Samy Amîmoûr da û diyar kir, piştî ku ev kes ji kontrola edlî reviya, diviyabû di cih de 'alarm' bihata dayîn. Maktoûf di warê pêşîgirtina li komkujiyê de bal kişand ser kêmasiyên dewletê û got, "Nabe ku dewlet xwedî destnedaneke bêsînor be."

Samîa Maktoûf da xuyakirin, ku ew doza malbata leşkerekî di sala 2012'an de ji aliyê terorîstê bi navê Mûhammed Merah ve hat qetilkirin, ji xwe re mînak dibînin.

Ev doza ji aliyê xizmên 17 kesên jiyana xwe ji dest dane tê vekirin, di dema ku rapora parlamentê ya li ser komkujiya 13'ê Mijdarê pêşkêşî Serokê Meclîsa Neteweyî Claûde Bartolone hat kirin de, ket rojevê.

Der barê biryara xizmên mexdûran a ji bo vekirina dozê de Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneûve axivî û sûcdariyên tên kirin, red kir. Cazeneûve îdîa kir, ku 'xemsariyeke' servîsa îstîxbaratê ya Fransayê nîne, ew dikarin qala 'kêmasiyên' navbera welatên Ewropayê bikin.