DYA, wê ji bo Iraqê yekîneyên nû bişîne
Wezîrê Parastinê yê DYA Ashton Carter, di ziyareta xwe ya li Iraqê de di rojeva wan de rizgarkirina Mûsilê bû, ragihand ku ji bo Iraqê wê 560 leşkerên Emerîkî bişînin.
Wezîrê Parastinê yê DYA Ashton Carter, di ziyareta xwe ya li Iraqê de di rojeva wan de rizgarkirina Mûsilê bû, ragihand ku ji bo Iraqê wê 560 leşkerên Emerîkî bişînin.
Îro piştî hevdîtina Carter a li Bexdayê li gel Serokê Iraqê Haydar El Ebadî û Wezîrê Parastinê Halîd El Ûbeydî û şûn de, li Pentagon daxuyaniyek hate dayîn û ragihand ku piştgiriya ji bo artêşê Iraqê ya li dijî DAIŞ’ê wê zêdtir bikin.
Daxuyaniyê diyar kir ku Carter bi awayekî koordîneyî bi hikûmeta Iraqê re biryar hate girtin ku 560 leşerên Emrîkî bên şandin, ev leşker wê li baregeha leşkerî ya Geyare ku beriya çend rojan hatibû rizgarkirin bi cih bibin. Baregeha Geyare, 60 km ji Mûsil a ku dibin destê DAIŞ’ê de dûre.
Bi vî awayî jimara leşkrên DYA’yê yên şandîne Iraqê gihişte 4 hezar 600’an.
Di ziyareta Carter de yek ji rojeva herî sereke Mûsil jî di nav de operasyonên li dijî DAIŞ’ê tên li dar xistin bûn. Carter diyar kir ku di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li Ireqê ji sedî 45 û li Sûriyeyê jî ji sedî 20 xaka hatiye rizgarkirin, herî dawî bi rizgarkirina bajarê Felûce û baregeha Geyareyê serketinên mezin hatine bi dest xistin.
Hat diyarkirin ku ziyaret hê jî didomin, detayên ‘Xebatên piştre bên kirin’yên têkildarî operasyona Mûsilê tên gotûbêjkirin.
Di çarçoveya hevkariya bi Başûrê Kurdistanê re tê plankirin ku Carter bi rêya telefonê bi Mesût Barzanî re jî baxve. DYE’yê herî dawî ragihandibû ku wê ji bo Rêveberiya Başûrê Kurdistanê, buhayê 415 milyon dolar alîkariya leşkerî bike.