Li Italya qezaya trênê: 20 mirî û bi dehan birîndar
Li herêma Pouîllesê ya Italya du trên li hev ketin û 20 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li herêma Pouîllesê ya Italya du trên li hev ketin û 20 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li qezaya ku li herêma Pouîlles ya Italyayê pêk hatî 20 kes mirin bi 10’an kes birîndar bûn.
Jêderkên Italiyan gotin ji ber ku du trênên 4 vagonî yên li ser heman xeta hesin li hev ketin qeza pêk hatiye.
Bi dehan ambûlans bi cihê bûyerê de hatine şandin û her wiha ekîbên agirkujiyê yên polîsan jî bi cihê qezayê de çûne.
Serokwezîrê Italî Matteo Rensî got şert û mercên qezayê hê jî zelal nebûne û sedemên trajadiyê vedikolin.