PCA: Daxwaza serweriya Çînê ya li ser giravên li Çîna Başûr ‘bêbingeh e’!

Têkîldarî îdîayên serweriyê ya li ser qadek 3 mîlyon km2 ku li Behra Çîna Başûr xwedî girîngiyek stratejîk e, cara yekem biryare dadgehek navneteweyî derket.

Dadgeha Hakimtiya Daîmî ya Naveneteweyî ya li Laheyê (PCA), hikum da ku îdîaya serweriyê ya Çînê ku li ser giravên herêma mabeyna Vîetnam û Fîlîpînan dike, ‘neheq e’, ji Çînê jî daxuyanî hat ku wê “biryarê nas neke’.

Li ser qada mabeyna Çîn, Vîetnam û Fîlîpînan ku gelek girav û giravok hene, Komara Gel a Çînê îdîaya serweriyê li ser ji sedî 80 yê vê qadê dike. Têkîldarî vê qada ku piraniya giravan nêzî peravên Fîlîpînan e, doza ku sala 2014’an ji aliyê Fîlîpînan hatibû vekirin, gihişt biryarekê.

Di biryara ji aliyê Dadgeha Hakimtiya Daîmî de hate diyarkirin ku Komara Gel a Çînê ‘ne xwedî bingehekî hiqûqî ye ku heqê wê yê serweriyê îsbat bike.” Di biryarê de hate destnîşankirin ku di “qada aborî” de Çîn mudaxeleyî Fîlîpînan dike û zerarê dide heqên wê.

Di daxuyaniya ji Wezareta Karên Derve ya Komara Gel a Çînê de jî hate destnîşankirin ku Dadgeha Hakemtiya Daîmî di Hiqûqa Behrê ya Navneteweyî de ne saziyek xwedî raye ye û ji ber vê jî wê biryarê nas nekin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku biryar ji aliyê Komara Gel a Çînê ‘bêhikum e’.

Ev daxwazên serweriyê yên li ser vê qada nêzî 3 mîlyon km2 Çînê û welatên cîran tîne beramberî hev. Ji bilî girav û giravokan, ev qad ji ber rêya behrê ya navneteweyî, ji aliyê masîvantiyê û ji ber rezervên gaz û petrolê dewlemend e, nîqaşan gur dike.

Biryara Laheyê ne xwedî hikumek e, tê gotin ku ev hikma li dijî Çînê wê pirsgirêkê hê kûrtir bike.