Li Berlînê komên otonom û polîs bi hev ketin

Li paytexta Elmanya Berlînê, li hemberî zexta polîsan ku dixwazin komên otonom ên çep avahiyên xwe vala bikin, xwepêşandan hat lidarxistin. Di xwepêşandanê de şer derket.

Li taxa Frîedrîchshaîn a Berlînê, li hemberî komên ku avahiyên vala yên nayên bikaranîn ji xwe re kirine qada jiyanê, operasyoneke mezin hat lidarxistin. Operasyon ji aliyê 1.800 polîsan ve hat meşandin. Lİ hemberî vê operasyonê, bi hezaran endamên komên otonom danê êvarê xwepêşandanek lidar xistin. 

Polîsan bi spray a çavan dişewitîne dest li komên çep werdan. Çalakgeran jî bi keviran bersiv dan polîsan. Di dema vê bûyerê de gelek xwepêşandêr hatin binçavkirin.

Li gelek bajarên Elmanyayê, di nava 30 salên dawî de gelek avahiyên nayên bikaranîn, ji aliyê komên otonom ve weke qada jiyanê û karê hevpar hatine dagirkirin. Lê belê şaredariyên gelek bajaran, ji bo van avahiyan bifiroşe yan jî ji karsazan re bidin kirê, biryara valakirina wan dan.

Gelek avahiyên li Berlînê jî di nava vê salê de hatibûn valakirin.