Desteka Sanders dibe ku şensê Clînton zêde bike

Di hilbijartinên serokatiyê yên li DYA de, Bernîe Sanders bi awayekî vekirî destek da hevriya xwe ya li nava partiyê namzeta Demokratan Hîllary Clînton. Li gorî anketan, bi vê destekê re şensê Clînton zêde bûye.

Bernîe Sanders ku di nava Partiya Demokratan de hê bêhtirr meyla xwe li ser aliyê çep heye, di pêşhilbijartinên li nava partiya Demokrat de heta kêliya dawî li ber xwe da. Sanders duh tevlî mîtînga Hîllary Clînton a li New Hampshîre bû û destek da Clînton. Piştî ku tevlî mîtîngê bû, tê gotin, ku gelek daxwazên Sanders ji aliyê Clînton ve hatine qebûlkirin.

Sanders, di pêşhilbijartinê de desteka zêdeyî 12 mîlyon kesî wergirtibû. Rêjeya dengê Clînton jî 15,8 mîlyon bû.

Sanders, ku bi giranî destek ji ciwanan wergirt dabû xuyakirin, ku ew Hîllary Clînton ji bo serokatiyê 'kêm' dibîne.

Çend ji dozên Bernîe Sanders dabû ev in; perwerdeya zanîngehê ji bo her kesî û bi rengekî wekhev, sîgorta tenduristiyê ji bo derdoreke berfireh karibe jê sûdê werbigire, hatineya herî kêm a saeta kar ji 7,25 dolarî bibe 15 dolar. Sanders dixwest, sîstema hiqûqê bê guhertin û li hemberî guhertina avhewayê, hîn tedbîrên zelal werin girtin.

Li gorî anketan, şensê serketinê yê Clînton ji yê namzetê Komarparêzan Donald Trûmp zêdetir e. Di anketên ji 1'ê Tîrmehê û vir ve tên kirin de Clînton ji sedî 44-45 ê dengan, Trûmp jî ji sedî 39-41 ê dengan werdigire.

Tê texmînkirin, eger Clînton xwedî li sozên Bernîe Sanders derkeve, wê şensê wê yê serketinê zêde bibe. Lê belê, pêkane Donald Trûmp ê giraniyê dide ser mijarên koçberî û Îslamê, provokasyonên mezin ên gengaz ji bo xwe bi kar bîne.