Wezîrê Karên Derve yê DYA sibe dest bi gera Ewropa-Rûsyayê dike

Hat ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) sibe dest bi gera Ewropa-Rûsyayê dike.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYA de hat gotin, Wezîr John Kerry ji bo tevlî pîrozbahiyên Şoreşa Fransayê bibe, wê ewilî biçe paytext Parîsê. Kerry wê roja Pêncşemê tevî Françoîs Hollande beşdarî pîrozbahiyên li Meydana Bastîlle bibe.

Tê payîn, ji bo nirxandina krîzên Sûriye, Ûkrayna û Karabagê wê piştre biçe paytexta Rûsya Moskowayê. Li dû serdana 14-15'ê Tîrmehê ya li Moskowayê, wê di 15-17'ê Tîrmehê de li Luksembûrgê, di 17-18'ê Tîrmehê de jî li paytexta Brîtanya Londonê be.

Li aliyê din, agahiyên li ser operasyoneke leşkerî ya hevpar a DYA û Rûsya ya li dijî çeteyên DAIŞ û El Nûsrayê nehat piştrastkirin. Berdevkê Wezaretê John Kîrby diyar kir, têkildarî operasyona hevpar nirxandina alternatîf û pêşniyaran dewam dike.

DYA dixwaze bi tenê çeteyên El Nûsra û DAIŞ hedef bê girtin, Rûsya jî dixwaze hemû çeteyên din jî hedef werin girtin.