Brexît wê zerarê li aboriya YE û Brîtanyayê bike

Bandora derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê ya li ser aboriya yekîtiyê tê nîqaşkirin. Tê gotin, ev yek wê herî zêde zerarê li Brîtanyayê bike.

Komîserê Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE) yê ji aboriyê berpirsyar Pîerre Moscovîcî da xuyakirin, encama referandûma Brexît a 23'ê Hezîranê wê bandoreke neyînî li mezinbûna aboriyê bike.

Moscovîcî ragihand, di sala 2017'an de pêkan e aboriya Brîtanya Mezin bi rêjeya ji sedî 2,5'an biçûk bibe û da zanîn, li gorî texmînên wan wê aboriya welatên din ên Yekîtiya Ewropayê jî wê di asta ji sedî 0,2 heta 0,5 de biçûk bibe.

Moscovîcî bal kişand ser rewşa nezelal a li nava karsazan, ku piştî referandûma Brexîtê derket holê û diyar kir, ev yek wê ji bo dema navîn bandorê li perspektîfên wan ên mezinkirina aboriyê bike.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bi israr e ku bandora referandûmê ya li ser aboriya YE kêm bike û bang li Londonê kir, ku di mijara bicihanîna biryara referandûmê de xwe zelal bike. Serokwezîrê Brîtanyayê Davîd Cameron jî dabû xuyakirin, ku wê serlêdana derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê ji aliyê serokwezîra/ê piştî wî ve bê kirin.

Cameron ê dabû xuyakirin, ku wê di meha Cotmehê de dest ji kar berde, biryar da sibê (Çarşemê) vê erka xwe radest bike. Hat ragihandin, Wezîra Karên Derve Theresa May wê erka Cameron rake.