Îsraîl wê zarokên 12 salî dadgeh bike
Meclîsa Îsraîlê qanûnek qebûl kir, ku bi rêya vê qanûnê wê zarokên Fîlîstînî yên 12 salî jî werin darizandin û cezakirin.
Meclîsa Îsraîlê qanûnek qebûl kir, ku bi rêya vê qanûnê wê zarokên Fîlîstînî yên 12 salî jî werin darizandin û cezakirin.
Di pêşnûme qanûnê de ku pêşkêşî Meclîsa Îsraîlê Knesset, tê destnîşankirin ku emrê mirovên ji ber 'sûcên terorê' werin darizandin ji 14'an dadikeve 12'an. Ev pêşnûme ji aliyê patiya Lîkûd a bi serokatiya Benyamîn Netenyahû ve hat pêşkêşkirin. Partiyên rastgir û ortodoks jî destek dan vê pêşnûmeyê.
Di nûçeya li malpera Knessetê hat weşandin de hat ragihandin, ev qanûna ku zarokên 12 salî jî ji ber 'sûcên terorê' mehkeme û ceza dike, hatiye erêkirin. Emrê darizandinê beriya niha bi 14 salî hatibû destnîşankirin.
Saziya civaka sivîl a Îsraîlê ya bi navê B'Tselam nerazîbûn nîşanî qanûnîbûna vê pêşnûmeyê da û diyar kir, ev qanûn wê pirsgirêkan çareser neke.