Parzemîna Awûstralyayê ber bi bakur ve çerixî, sîstema navîgasyonê xwe şaş kir

Di pîvandinên Daîreya Zanistiyên Erdnîgarî de derket holê, ku Awûstrayla di nava 22 salan de zêdeyî metreyekê ber bi aliyê bakur ve çerixî ye.

Li gorî pîvandinê, parzemîna Awûstralyayê her sal bi qasî 7 santîmetreyan diçerixe û ev yek wê di nava 15 mîlyon salên pêş de bibe hezar kîlometre.

Pisporan dan xuyakirin, ku ji ber parzemîn ber bi bakur ve çerixiye, divê sîstema navîgasyonê û nexşeyên li gorî pîvandina sala 1994'an hatine amadekirin bên guhertin.

Li gorî lêkolînan, sîstema navîgasyonê yan jî nexşeyan, nuqteyek li Awûstralyayê bi 1 metreyê şaş nîşan didin. Lewma divê nexşe û sîstema navîgasyonê li gorî rewşa nû ya parzemînê were amadekirin.