Li Îngilîstanê êrîş: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
Li navenda paytexta Îngilîstan Londonê, kesekî bi kêrê êrîşî derdorê kir. Di encamê de kesek mir, 5 kes jî birîndar bûn.
Li navenda paytexta Îngilîstan Londonê, kesekî bi kêrê êrîşî derdorê kir. Di encamê de kesek mir, 5 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li meydana Rûssell a li Londonê, duh bi şev saet di 22:33 de kesekî bi kêrê êrîşî derdora xwe kir. Jinek di vê êrîşê de bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Di êrîşê de 5 kes jî ji ber derbên kêrê birîndar bûn.
Polîsên hatin cihê bûyerê, bi debanceya şoqê, êrîşkarê bi kêrê bê hiş xist.
Li ser sedema êrîşê hê ti daxuyanî nehatiye dayîn.