Şer li Lîbyayê giran e: Bi dehan kes mirin

Li Lîbyayê, ku gelek kom ji bo desthilatdariyê şer dikin, li hemberî yekîneyên hikûmeta defakto ya Tobrûkê êrîşeke xwekujî hat kirin. Tê gotin, herî kêm 18 leşker ji ber vê êrîşê mirin e.

Şerê navbera yekîneyên leşkerî yên Meclîsa Nûneran a Tobrûkê û komên Îslamî yên tund, bi giranî li bajarê Bîngazî diqewime.

Di vî şerî de, êrîşeke xwekujî li hemberî hêzên Tobrûkê hat kirin û li gorî çavkaniyên herêmî herî kêm 18 leşker di encama vê êrîşê de mirin e, gelek jî birîndar bûne.

Tê gotin, êrîş li hemberî eşkerên Tûgaya 146. a li bajêrê hatiye kirin.

Hikûmeta bi navê Meclîsa Nûneran a di sala 2014'an de li Tobrûkê hat ragihandin, lê ji aliyê hêzên navneteweyî ve nayê naskirin, ji leşkerên artêşê destekê dibîne. Ev hikûmet li rojhilatê welêt bajarên Derna, Bîngazî û herêmên ji bîrên petrolê yê li başûr û herêma navîn a welêt kontrol dike.

Li hemberî hikûmeta Tobrûkê, bi desteka Neteweyên Yekbûyî di meha Adarê de Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî hatibû damezrandin. Ev hikûmeta bi serokatiya Fayez Sarac, herêmên navîn û rojava yên li perava Derya Spî û Trablûsê kontrol dike.

Li bajarê Sîrteyê jî, leşkerên ser bi Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî, operasyonên xwe yên ji bo pûçkirina çeteyên DAIŞ'ê didomînin. Herî dawî roja Duşemê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji hewayê ve êrîşî cihên DAIŞ'ê yên li vî bajarî kiribû.