Li Fransayê grêva hewayî berdewam dike
Grêva kargeha rêya hewayî Aîr-France berdewam dike, ji her pênc firîna bi kêmanî yek jê betal bûye û gelek firîn jî bi derengî ketine.
Grêva kargeha rêya hewayî Aîr-France berdewam dike, ji her pênc firîna bi kêmanî yek jê betal bûye û gelek firîn jî bi derengî ketine.
Sendîkayên SNPNC-FO û Unsa-PNC ku nûnertiya nêzîkî nîvê peywirdarên hostês û kabînan dikin banga grêvê kiribûn ku wê heya Sêşemê bidome. Aîr-Franceye ragihand tevlêbûna li girêvan ji 100’î 40 zêdetir bûye. Sendîkayan jî ragihandin, endamên wan ji 100’î 70 tevlî grêvan bûne, Aîr-France kargehên ku ne di grêvan de jî tevlê kirine û ji bo vê jî dixwaze tevlêbûnê kêm nîşan bide.
Aîr-France dixwaze peymana giştî ya ku ji bo bi hezaran xebatkaran hatiye pêşniyar kirin, ji 31’ê Cotmehê ve 17 rojan derbasdar be lê sendîka ber bi vê ve nayên. Di peymanê de rêgezên xebatê yên xebatkaran, destmiz û şertên bilindbûnê hatibûn diyarkirin.
Ji ber sedema grêvê tê gotin, ji pênc firîna yek jê hatiye betalkirin, di gelek firînan de dereng mane. Xuya kir ku gelek rêwiyên ku li balafirgehên bajaran kombûne, neçar mane ku berê xwe bidin wesayîtên kombirî.