57 hezar penaber li Yewnanîstanê asê man e

Rayedarên Yewnanîstanê dan xuyakiri, ku di nava pênc mehên destpêkê yên vê salê de 13 hezar 583 kesî serlêdana penaberiyê kirine, lê belê bersiva erênî bi tenê ji 677 penaberan re hatiye dayîn.

Tê gotin, bi tenê ji sedî 23 ê serlêdanên penaberiyê hatine lêkolînkirin, lewma hejmara mirovên serlêdana wan hatiye qebûlkirin, kêm e. Li gorî agahiyan, ji ber ku li Yewnanîstanê personelên pispor ên karibin serlêdanên penaberiyê lêkolîn bikin kêm e, penaber neçar in bisekinin.

Zêdeyî nîvê mirovên di nava van pênc mehên vê salê de serlêdana penaberiyê kirine, penaberên ji Sûriyeyê ne. Her wiha mirovên ji Iraq û Pakîstanê jî serlêdana penaberiyê kirine.

Li aliyê din, piştî ku peymana navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê di meha Adarê de ket meriyetê, deriyên sînor hatin girtin, lewma 57 hezar penaber li Yewnanîstanê asê man e. Ji ber vê peymanê, 9 hezar 600 penaber li giravên Egeyên tên ragirtin.

Li gorî daxuyaniyên Rêxistin Koçê ya Navneteweyî (IOM) penaberên berê xwe didin Ewropayê, armanca wan a destpêkê, di ser Derya Spî re gihaştina Îtalyayê ye.

IOM ragihand, hejmara penaberên di navbera 1'ê Çileyê û 27'ê Tîrmehê de di ser Derya Spî re xwe gihandine welatên Yekîtiya Ewropayê 251 hezar 557 kes e.

Ji van 159 hezar penaber hatine Yewnanîstanê, 89 hezar jî hatine Îtalyayê. Tê gotin, beşeke biçûk a penaberên hatine Yewnanîstanê serlêdana penaberiyê kirine û piraniya wan beriya meha Adarê di ser Balkanan re derabsî rojavayê Ewropayê bûne.