Dadgehê destûr neda ku Erdogan tevlî mîtîngê bibe

Dadgeha Destûra Bingehîn a Elman destûr neda, ku Tayyîp Erdogan bi weşana zindî tevlî mîtînga AKP'iyiyan a li Kolnê bibe.

Alîgirên AKP'ê yên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê li Ewropayê êrîşî gelek derdoran kirin, îro li bajarê Elmanya Kolnê mîtîngekê lidar dixin. Beriya mîtîngê, rewşeke aloz heye. AKP'yiyan her wiha xwestin dîktator Erdogan bi weşana zindî tevlî mîtîngê bikin. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn a Elman destûra vê neda.

Mîtînga ji aliyê Yekîtiya Demokratên Tirkiyeyî li Ewropayê (UETD) ve tê organîzekirin ku ev rêxistin weke baskê AKP'ê yê li Ewropayê dixebite. Hemû partiyên siyasî yên li Elmanyayê nerazîbûn nîşanî vê mîtîngê dabûn û bal kişandibûn ser xeteriya rûdana şer. Li hemberî vê mîtîngê wê gelek xwepêşandan were lidarxistin. Ji ber xeteriya rûdana bûyerên gengaz, bi hezaran polîs hatin wezîfedarkirin.

PLANA LI SER AXAFTINA ERDOGAN A BI WEŞANA ZINDÎ JI ALIYÊ DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN VE HAT REDKIRIN

AKP'yiyan plan kirini ku di vê mîtînga xwe ya qaşo di bin navê dijberiya li darbeyê lidar dixin de Tayyîp Erdogan di weşana zindî de bidin axaftin. Bi vê armancê serlêdan kiribûn ku li qadê ekraneke mezin bê amadekirin. Ev serlêdan ji aliyê rayedarên herêmî û eyaletê ve hatibû redkirin.

Ev serlêdan piştre çû ber destê Dadgeha Bilind  a Eyaletê ya Munsterê û dadgehê biryara çêkirina ekraneke mezin a li mîtîngê qedexe kir.

UETD li ser vê biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a li Karlsrûhe da û vê dadgehê jî serlêdan red kir. Dadgeha Destûra Bingehîn ji aliyê ûsilê ve hukmê redkirinê da û destnîşan kir, ku biryara Dadgeha Bilind a Eyaletê nayê wateya binpêkirina mafên lidarxistina xwepêşandanê ye.

FIKAR HENE AKP'YÎ LI HEMBERÎ KOMÊN DIN ŞER BIKIN

Partiyên li desthilatdariyê CDU-CSU û SPD, partiyên li mûxalefetê Çep, Kesk û Partiya Demokratên Azad (FDP) bi rengekî tund rexne li mîtînga îro ya AKP'yiyan kiribûn.

Baskê AKP'ê yê li Ewropayê UETD beriya niha li gelek bajarên Awûstûrya û Elmanyayê çalakiyên qaşo 'diberiya darbeyê' lidar xistibûn û di van çalakiyan de êrîş kiribûn, her wiha dirûşmên neteweperestiyê qîriya bûn.

Di heman demê de komên otonom ên çep ên li Kolnê û komên rastgir ên bi navê Pro NRW jî dabûn xuyakirin, ku ew ê xwepêşandanê lidar bixin. Fikar hene di navbera van koman, bi taybetî di navbera holîganên rastgir ên tund û AKP'yiyan de şer derkeve.