Rapora Avhewayê: Daneyên 2015'an nîşaneya xeteriyê ne

Di rapora avhewayê ya bi navê State of the Climate de, ku ji aliyê 450 zanyarên ji gelemperiya cîhanê ve hat amadekirin û ji 300 rûpelî pêk tê, sala 2015'an weke sala nîşaneya xeteriyê hat destnîşankirin.

Li gorî raporê, tevî germahiya zêde, asta okyanûsan û bandora gaza serayê jî gihaşt asta herî bilind.

Li gorî daneyên vê raporê, germa li ser rûyê erdê û li okyanûsan zêde bû. Di sala 2015'an de li qada ji sedî 14 a erdê cîhanê, ziwatî hebû. Ev rêjeya herêmên ziwa, li gorî sala 2014'an ji sedî 8 zêde bû. Tê gotin, bi taybetî rewşa hewayê ya mîna El Nîno bandor li vê ziwatiyê kiriye.

Par li Arktîk û gelek herêmên Rûsyayê, germahiya hewayê dewam kir. Germa li Arktîkê gihaşt asta rekorê ya salên 2007 û 2011'an. Li gorî destpêka sedsala 20'an ji sedî 2,8 zêde bû. Beramberî vê yekê, li Antartîkayê jî serma herî dijwar a heta roja îro, rû da.

Di raporê de tê destnîşankirin, ku germa li Rûsyayê di sala 2015'an de 35 pile bû, ev rêje beriya niha 17 pile bû, lewma zêdebûna germahiyê di vê astê de ne normal e.

Li gorî rapora State of the Climate, ava li okyanûs û deryayê jî her bilind dibe.

Li okyanûsan salane bi qasî 3,3 mîlîmetre ava bilind dibe. Di heman demê de rêjeya gazên karbondîoksît (CO2), metan û azot protoksît ên li atmosferê jî zêde bû.