Di şerê navbera Siûdiyan û Hûsiyan de bi dehan kes mirin
Li gorî agahiyan, di şerê navbera milîsên Hûsî yên Şîa ku beşeke girîng a Yemenê kontrol dikin û artêşa Erebîstana Siûdî de bi dehan kes mirin e.
Li gorî agahiyan, di şerê navbera milîsên Hûsî yên Şîa ku beşeke girîng a Yemenê kontrol dikin û artêşa Erebîstana Siûdî de bi dehan kes mirin e.
Li gorî daxuyaniya Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdiyan, ji duh danê sibehê û pê ve, di navbera wan û Hûsiyên hewl dan ji Yemenê derbasî Erebîstana Siûdî bibin şerekî dijwar qewimî. Di daxuyaniyê de hat gotin, di vî şerî de herî kêm 7 leşkerên Siûdî mirin e, bi dehan milîsên Hûsî jî hatine kuştin.
Hat ragihandin, balafirên şer ên Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdiyan jî, bombe li herêma Hûsiyan hewldan jê derbas bibin, barandin. Di daxuyaniyê de hat gotin, di nava Hûsiyên hewl dan derbasî Erebîstana Siûdî bibin de milîtanên alîgirê Serokdewletê berê Alî Abdullah Saleh jî hebûn.
Di vê navberê de, piştî Hûsiyan û alîgirên Alî Abdullah Saleh roja Înê biryar dan 'konseya hikûmetê', hikûmetê ava bikin, heyeta ser bi Serokdewlet Mansûr el Hadî biryar dabû muzakereyên li Qûweytê bisekinîne. Di encama hewldanên Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Îsmaîl Oûld Kheîkh, heyeta Yemenê qebûl kir ku heta hefteyekê muzakereyê qebûl bike.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di şerê ji Adara 2015'an û vir ve bi rengekî dijwar diqewime de, nêzî 7 hezar kes mirin e, bi qasî 3 mîlyon mirov jî ji cih û warên xwe bûne.