‘DAÎŞ dibe ku li Swêdê dest bi êrîşan bike’
Pisporên terorê yê navdar û xweyî tecrûbe yên Swêdê balê dikişînin ser êrîşên terorê yên DAÎŞ’ê ku li Ewropayê pêk tînin ku dibêjin dibe ku di demek nêz de li Swêdê jî dest bi êrîşan bikin.
Pisporên terorê yê navdar û xweyî tecrûbe yên Swêdê balê dikişînin ser êrîşên terorê yên DAÎŞ’ê ku li Ewropayê pêk tînin ku dibêjin dibe ku di demek nêz de li Swêdê jî dest bi êrîşan bikin.
Persson îşaret bi zêdebûna rîskên çalakiyên terorîstî ya li Swêdê kir û sedema vê jî wekî tevlêbûna Swêdê ya li koalîsyona dijî DAÎŞ’ê diyar kir. Li gorî Persson li Swêdê kesên ku bikaribin van êrîşan bikin, bi hezaran in.
Persson diyar kir, dabînkirina çek û bombeyan ji bo ku êrîşan pêk bînin ne zehmet e û diyar kir, bi danîna bombeyan, êrîşên xwekuj an jî bi reşandina çekan komkujiyan pêk tînin.
ÊRÎŞA BI SER HEDEFÊN NERM DE HÊSANTIR E
Persson diyar kir DAÎŞ çalakiyan bi ser mirovên wiha de tîne ku ev weke ‘Hedefên nerm’’ pênase kirine û her wiha bi ser bînahiyan de ku ev jî weke ‘’Hedefên hişk’’ pênase kirine. Persson wiha anî ziman: ‘’Êrîşa bi ser hedefê nerm de hê hêsantir e. Ji bo vê jî pêdivî bi zêde amûran nîn e. Lê di êrîşên bi ser bînahiyan de pêdivî pê hey. Ji bo vê jî ew êrîşên ku mirovan ji xwe re dikin hedef hildibijêrin.’’
Li gorî daneyên Polêsê Ewlekariyê ya Swêdê(SAPO), ji 2012’an ve 300 Swêdî çûne Iraq û Sûriyê û tevlî nav DAÎŞ’ê bûne. Nêzîkî 50’jî ji van di şer d mirin. 150 jê jî li Swêdê vegeriyane.
ÇETEYÊN KU VEDIGERIN DIBINE XETERÎ
SAPO û pisporên terorê kesên ku perwerdehiya leşkerî û çekê dîtine û vegeriyane, ji hêla potansîyelî ve xeter in û divê tim çavê mirov li ser wan be û her di bin kontrolê de bin.
Hikûmetê ji bo ku vê pêk bîne, diyar kir ku ew ê çend sed milyon kronî ji bo SAPO’yê terxan bikin. Persson diyar ku çend sed milyon kron têrê nakin û divê hikûmet 1 milyar kron ji bo SAPO’yê terxan bike.