Elmanya firotina çekan zêde dike

Li Elmanyayê, ku di salên dawî de gelek çek û cebilxaneyê difiroşe welatên bi rengekî antî demokratîk tên birêvebirin, hat ragihandin, ku şîrketa Rheînmetall wê di berdêla sedan mîlyon euroyî cebilxaneyê bifiroşe.

Hikûmeta Elman, ji bo firotina çekan a bi 4 mîlyar 29 mîlyon euroyî ya ji bo şeş mehên destpêkê yên îsal erê kiribû. Ev rêje di şeş mehên destpêkê yên sala 2015'an de 3 mîlyar 455 mîlyon euro bû. Elmanyayê di sala 2015'an de li gorî sala 2014'an firotina çekan bi du qatan zêde kir û ji 3 mîlyar 950 mîlyon euroyî gihand 7 mîlyar 860 mîlyon euroyî.

JI ŞÎRKETEKE BI TENÊ RE BI 400 MÎLYON EUROYÎ SÎPARÎŞA CEBILXANEYÊ HATIYE KIRIN

Yek ji şîrketên sereke yên vî welatî, ku bi firotina xwe ya çekan mijara nîqaşê ye Rheînmetall e. Daxuyaniya ji aliyê vê şîrketê ve hat kirin, rewşa îxracata çekan a li Elmanyayê radixe pêş çavan. Rheînmetallê da xuyakirin, ku 'muşteriyekî' wan ê navê wî eşkere nekir, di çaryeka duyemîn a vê salê de sîparîşa cebilxane û fîşekên buhayê wan 400 mîlyon euro ye, kiriye.

WÊ LI EREBÎSTANA SIÛDÎ FEBRÎQEYÊ VEKE

Di demeke ku zêdebûna firotina çekan a li Elmanyayê hat rexnekirin de, şîrketa Rheînmetallê dabû xuyakirin, ku wê li Erebîstana Siûdî febrîqeyekê vekin.