Li Swêdê penaber weke koleyan têne xebitandin

Radyoya dewletê ya Swêdê got, penaberên li Eskilstûna ya Swêdê dijîn, bi mûçeyekî pir kêm, weke koleyan didin şixulandin.

Penabereke jin a Îranî ku beriya bi salek û nîvê daxwaza penaberiyê kiribû diyar kir, ew li restoranekê rojê 12 saetan dixebite û mûçeya wê ya saetekê jî 13  Kron e.

Jinê got, rojê 150 kronî bi dest dixee, ji ber ku çend hefteyan ew bi sereqatî xebitiye, rojekê kerixî ye lê ti kesek nebûye ku wê ji cihê kar bibe nexweşxaneyê. Got, hemû xebatkarên li restoranê bi mûçeyeke kêm, derî fermiyetê têne xebitandin.

Penabarê ji radyoyê re axivî û got, li Eskîlstunayê, di înşaet, paqijî û restoran de penaber bi awayekî derveyî fermiyetê têne xebitandin û mûçeyekî gelekî kêm didine wan.

Penaberekî bi navê Ahmed jî got, penaber weke hêza erzan a kar têne xebitandin û ji ber ku ti alternatîfeke din a wan nîn e, ew neçar dimînin bixebitin. Ahmed got, "Destûra min a bicihbûnê nîn e. Pêdiviya malbata min bi pereyan heye. Divê ez bixebitim."