Li Elmanya di 4 êrîşan de jî mirovên xweyî derûniya xerab derdikevin pêş

Li Elmanya di vê hefetaya dawî de 4 êrîş pêk hatin û balkêş e kiryar bi piranî xweyî derûniya xerab in an jî penaber in.

Lêkolînên der barê penaberê Sûriyeyî ku şevê dî di festîvalê de bombe teqandî didomin, hevalekî Davîd Sonbolî ku komkujiya Munîhê pêk anîbû, bi mebesta ku ji komkujiyê haydar bûye, hate binçavkirin.

Kiryarê komkujiya Mûnihê Sanbolî 18 salî û yê hevalê wî ku ji komkujiyê haydar bûye, 16 salî ye.

Dozger der barê lêpirsînê agahî dan. Dozger Thomas Steînkraus-Koch diyar kir, Sanbolî yê ku bi eslê xwe Îranî ye, planên komkujiyê bi hevalê xwe yê Efganî re par ve kiriye û ev kes beriya komkujiyê bi Sonbolî re bûye.

Lê ti delîlên ku êrîşar bi rêxistinekê re têkildar e nehatiye dîtin. Tê gotin, Alî Davîd Sonbolî xweyi derûniyeke ne baş bûye, li dibistanê bi mobbîngê re hevrû bûye û bi tayebet ji lîstikên şer ên kompîrê hîkar bûye û ji bo vê jî komkujiyeke wiha pêk aniye.

Ji berk u êrîşkarên 4 êrîşên ku di vê hefteya dawî de li Elmanyayê pêk anîn, ciwan in xweyî derûniyeke ne baş in, serê civakê tevlî hev bûye. Sêşam bihurî li Wurzburga girêdayî eyaleta Bavyerayê di trênê de penaberekî 17 salî bi kêr û bivir êrîş biribû ser rêwiyan û di encamê de ji hêla polês ve hatibû kuştin.

Piştî komkujiya Munîhê ya roja Înê, duh li Reutlîngenê jinek ji hêla penaberekî Sûriyeyî ve hate kuştin. Dîsa, şevê de kesekî ku dixwest têkeve nav qafa festîvalê ya Ansbachê ji ber ku destû nehate dayin, bombeya di çenteyê xwe de teqand, di encamê de êrişlar mir û 15 kes birîndar bûn. Tê gotin, li ser êrîşkarê Ansbachê biryar hatiye dayin ku bişînini Bulgarîstanê û ji ber sûcê tiryakê ji hêla polêsan ve dihate nasîn û ne xweyî derûniyeke baş bûye.