Polîsên Elman avêtin ser mizgefteke ji bo çeteyan endam peyda dikir
Li Elmanyayê, ku ji hefteya derbasbûyî û vir ve 4 êrîş lê hat kirin, polîsan duh avêtin ser mizgeftekê ku tê gotin, li vê derê selefiyên tund xwe lê bi rêxistin dikin.
Li Elmanyayê, ku ji hefteya derbasbûyî û vir ve 4 êrîş lê hat kirin, polîsan duh avêtin ser mizgeftekê ku tê gotin, li vê derê selefiyên tund xwe lê bi rêxistin dikin.
Tê gotin, belge hene ku nîşan didin, ev mizgeft ji bo 'tundkirina ciwanan' û şandina ciwanan ji bo herêmên şer, tê bikaranîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA), ku agahiyên xwe dispêre rayedarên lêpirsînê dimeşînin, piştî xebateke bi mehan a li mizgefta bi navê 'Derdora Îslamê ya bi zimanê Elmanî' (DIK) a li Hîldesheîmê, duh serdegirtin hatiye kirin.
Li ser materyalên di dema serdegirtinê de bi dest ketin, agahî nehat dayîn. Tê gotin, mizgeft ji bo birêxistinkirina karên cîhadî hatiye xebitandin.
Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Nîedersachsenê Borîs Pîstorîûs îdîa kir, ku mizgefta bi navê DIK, yek ji cihên herî çalak ên selefiyên tund e. Pîstorîûs da xuyakirin, ku tevî serdegirtina li mizgeftê, li gelek malan jî lêgerîn hatiye kirin û ev serdegirtin li hemberî 8 kesên rêveberên mizgeftê ne hatiye kirin.
Pîstorîûs got, mizgeft li şûna karê olî, ji bo mirovan ji herêmên şer re bişîne, ciwanan bi nêrînên tund perwerde dike.
Wezîrê Karên Hundir da xuyakirin, ku li gorî dane û belgeyên bi dest ketine, ji bo qedexekirina xebatên li vê mizgeftê, 'gaveke girîng' hatiye avêtin.