Carter: Dibe ku eniyeke din a li dijî DAIŞ'ê li başûrê Sûriyeyê bê vekirin

Koalîsyona Navneteweyî, tevî eniya şervanên QSD'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, dixwazin ji başûrê welêt ve jî, bi rêya eniyeke nû, derb li DAIŞ'ê bê xistin.

Wezîrê Parastinê yê DYA Ashton Carter beriya serdana xwe ya li paytexta Iraq Bexdayê axivî û diyar kir, tevî operasyonên QSD'ê yên li bakurê Sûriyeyê tên meşandin, ew li ser destpêkirina operasyonek ji başûrê welêt ve disekinin.

Carter da xuyakirin, ku bi rêya vê eniyê ew dixwazin têkiliya DAIŞ'ê ya Iraq û Sûriyeyê bibirin û anî ziman, ev yek di heman demê de ji bo ewlekariya 'hevalbendê wan' Urdunê jî girîng e.

Carter agahî neda bê ev eniya başûr ji aliyê kîjan hêzan ve were meşandin. Tê zanîn li vê herêmê, komeke nû bi navê Artêşa Sûriyeyê ya Nû (ASN) tevdigere. ASN di meha Hezîranê de êrîşî bajarê Bûkamal ê li ser sînorê Urdunê kiribû, lê bi tenê bi 5 kîlometreyan xwe nêzî bajêr kiribû û piştre neçar ma bû xwe vekişîne.

ASN her wiha di nava meha Hezîranê de bombe li kampeke nêzî deriyê sînor ê El Tanafê bombe kiribû û DYA balafirên Rûs weke berpirsyarê vê bomberdûmanê nîşan da bû. Lê belê Rûsyayê ev îdîa red kiribû.