Yek ji çeteyên li Fransayê ji Tirkiyeyê hatiye vegerandin

Yek ji du êrîşkarên li bajarê Saint-Etienne-du-Rouvray ê li bakurê Fransayê rahîbekî dêrê qetil kirin, derket holê ku beriya niha ji bo tevlî DAIŞ'ê bibe çûye Tirkiyeyê.

Du çeteyên DAIŞ'ê duh danê sibehê ketin hundirê dêra Katolîk a li bajarê Saint-Etienne-du-Rouvray û rahîbê 84 salî Jacûqes Hamel qetil kiribûn. Êrîşkar piştre di encama destwerdana polîsan de hatibûn kuştin.

Eşkere bû, ku êrîş ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye kirin. Hat ragihandin, yek ji êrîşkaran Adel Kermîche yê 19 salî ye.

Li gorî agahiyên ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Parîsê û çavkaniyên polîsan ve hatin dayîn, Kermîche di sala 2015'an de du caran xwestiye biçe Sûriyeyê û hatiye girtin.

Li gorî agahiyan, Kermîche di Adara 2015'an de bi nasnameya kekê xwe li Elmanyayê hatiye girtin û dersînorkirin. Piştre di Gulana 2015'an de di ser Swîsreyê çûye Tirkiykeyê. Piştî lêpirsîna der heqê wî de di meha Adarê de hat vekirin, biryara lêgerînê ya li qada navneteweyî hat derxistin û Kermîche piştre ji Tirkiyeyê radestî Fransayê hat kirin.

Tê gotin, ev endamê çete li Fransayê hatiye girtin û tevî dijberiya Sozgeriya Parîsê ya li berdana wî jî, dadgehê di Adara vê salê de Kermîche berda ye. Li gorî agahiyan Adel Kermîche dema hat berdan, li hepsa malê hat ragirtin û mehkûmî kelepçeya elektronîk hat kirin.

Li aliyê din, ciwanekî 17 salî yê Cezayîrî, ku guman heye alîkarî daye êrîşa duh, hat binçavkirin.

Xebatên li ser eşkerekirina nasnameya çeteyê din ê di êrîşa duh de hat kuştin, hê dewam dike.