Dîe Lînke bal kişand ser rîska dijberiya li penaberan
Partiya mûxalefeta bingehîn a Elmanyayê Dîe Lînke (Partiya Çep) diyar kir, daxuyaniyên tund ên li hemberî penaberan, bi tenê bi kêrî Îslamiyên tund û komên nîjadperest ên li Elmanyayê tên.
Partiya mûxalefeta bingehîn a Elmanyayê Dîe Lînke (Partiya Çep) diyar kir, daxuyaniyên tund ên li hemberî penaberan, bi tenê bi kêrî Îslamiyên tund û komên nîjadperest ên li Elmanyayê tên.
Li Elmanyayê, ku ji 18'ê Tîrmehê û vir ve 4 êrîşên cuda lê qewimîn, penaber û biyaniyên din bûne mijara nîqaşên li ser van êrîşan. Hevserokên Dîe Lînke bal kişandin ser xeteriya daxuyaniyên nîjadperestî yên di vî warî de li hemberî penaberan tên kirin û got, "Bûyerên tirsnak ên di rojên dawî de qewimîn, divê nebin sûcdariyeke giştî li hemberî penaber û koçberan."
Hevserokan bibîr xistin, ku gelek penaberên ji Sûriyeyê reviyan e bûne hedfa zilma DAIŞ'ê û destnîşan kirin, ku bi statîstîkan hatiye destnîşankirin, penaberên li Elmanyayê li gorî beşên din ên civakê hîn bêhtir sûc nekirine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, daxuyaniyên tund û nefretê yên li hemberî penaberan wê welat ewletir neke û hat destnîşankirin, ku bangên dersînorkirinê bi tenê bi kêrî rastgirên tund û terorîstan tên.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, tundiya Îslamî û nîjadperestî (Elman) her du rûyên madalyonekê ne û ji civakê hat xwestin, ku di vê der barê de hişyar û baldar be.
Hevserokên Dîe Lînke da zanîn, ew li dijî bangên 'bila yekîneyên leşkerî li nava welêt dest bi wezîfeyê bikin' ên piştî êrîşan hatin dayîn in û anîn ziman, tedbîrên zêdetir ên polîsî, wê bi kêr neyên.
Di daxuyaniyê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li nava civakê, banga çareserkirina pirsgirêka kêmbûna mamoste, şêwirmendên civakî û perwerdekaran, hat kirin.