Dibe ku Hinar 'dermanê ciwantiyê' be
Li gorî lêkolîneke zanyaran, ava hinar dibe sedem ku şaneyên bedena mirovan xwe ji nû ve sererast û baş bikin.
Li gorî lêkolîneke zanyaran, ava hinar dibe sedem ku şaneyên bedena mirovan xwe ji nû ve sererast û baş bikin.
Ji Enstîtuya Teknolojiyê ya Federal a Swîsreyê Johan Aûwerx da xuyakirin, ku di lêkolîna xwe ya li ser mişkên ava hinar ji wan re hatiye dayîn de dîtine, madeya Urolithin A li wan peyda bûne. Li gorî agahiyên ji aliyê Aûwerx ve hatin dayîn, mişkên ava hinêr vedixwin, li gorî yên vexwain ji sedî 45 zêdetir dijîn. Her wiha li gorî mişkên din, di rêjeya ji sedî 42'an de dikarin hîn zêdetir bibezin.
Ava hinar, li gel mirovan jî rê li ber heman tiştî vedike û madeya Urolithin A (UA) dafirîne.
Aûwerx da xuyakirin, ku wê di dema pêş de UA bidin extiyaran û bipivîn bê çiqasî dijîn û çiqasî çalak in.