Li Mogadîscîoyê êrîşên bombeyî: 13 mirî

Li paytexta Somalî Mogadîscîoyê, di encama êrîşên bombeyî de 13 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li paytexta Somalî Mogadîscîoyê, danê vê sibehê du êrîşên bi wesayîtên bombebakirî hatin kirin. Di encamê de 13 kes mirin. Rêxistna Şebap da xuyakirin, ku êrîş ji aliyê wan ve hatiye kirin.

Êrîşa destpêkê li hemberî benda kontrolê ya li nêzî Balafirgeha Aden Adde ya li Mogadîscîoyê pêk hat. Êrîşa duyemîn jî li nêzî avahiya Neteweyên Yekbûyî hat kirin.

Çavkaniyekî polîsan ragihand, hêzên ewlekariyê bi êrîşê hesiya ne û êrîş şikandine. Piştî teqîna wesayîtên bombebakirî, li her du herêman êrîşa çekdarî hat kirin.