Li Çînê, mecbûriyeta yek zarokî wê nifûsa extiyaran zêde bike
Li Çînê ku bi nifûsa xwe ya ji 1,4 mîlyar mirovî ve welatê herî mezin ê cîhanê ye, tê texmînkirin ku di salên pêş de pirsgirêke giran a nebûna hêza kar rû bide.
Li Çînê ku bi nifûsa xwe ya ji 1,4 mîlyar mirovî ve welatê herî mezin ê cîhanê ye, tê texmînkirin ku di salên pêş de pirsgirêke giran a nebûna hêza kar rû bide.
Wezîrê Ewlekariya Civakî û Çavkaniyên Mirovan a Komara Gel a Çînê Lî Zhong diyar kir, heta sala 2050'î wê nifûsa karkên navbera 16-59 salî di asta rêjeya ji sedî 23 de kêm bibe.
Wezîr ragihand, di sala 2015'an de nifûsa mirovên di vî emrî de ne, 911 mîlyon bû û heta sala 2050'î wê ev hejmar dakeve 700 mîlyonî.
Lî Zhong da xuyakirin, ku Komara Gel a Çînê wê giraniyê bide ser "Bikaranîna çavkaniyên mirovan bi rengekî xurt û baştir" û anî ziman, ev ye ji bo siberoja welatê wan, girîng e.
Li Çînê, bi ferz û mecbûriyeta 'anîna yek zarokî' re pêşî li zêdebûna nifûsê hatibû girtin. Lê belê vê yekê di heman demê de nifûsa extiyaran zêde kir. Di rewşa heyî de hejmara mirovên 60 salî û jê mezintir ên li vî welatî, bi qasî 220 mîlyon e.
Çînê di nava 30 salên dawî de aboriya xwe gelekî mezin kir û piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bû duyemîn mezintirîn aboriya cîhanê.