Deklarasyona li dijî îlheqkirina Qirimê li KENY nehat qebûlkirin

Li dijî biryarnameya Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ku Qirimê weke axa Rûsyayê nas dike, Ûkrayna li nava Neteweyên Yekbûyî (NY) ket nava hewldanan. Lê ji van hewldanên Ûkraynayê ti encam derneket.

Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), bi hewldanên rêveberiya Ûkraynayê deklarasyonek hat amadekirin. Di vê deklarasyonê de dihat gotin, ku biryarnameya ku Qiririmê tevlî Rûsyayê dike (îhleq) ne ya qebûlkirinê ye. Di deklarasyonê de bal hat kişandin ser "yekparebûna xaka Ûkraynayê" û endîşeya ji ber biryara Rûsyayê hat nîşandan.

Lê belê, ji ber ku endamê timî yê KENY Rûsyayê ev veto kir, metna deklarasyonê bloke bû.

Nûnerê Ûkraynayê yê li Neteweyên Yekbûyî Volodîmîr Yelşenko der barê mijarê de daxuyaniyek da û got, "blokekekirina metnê ji aliyê Rûsyayê ve, em matmayî nehişt". Yelşenko da xuyakirin, ku ti hukmê biryara îlheqkirina Qirimê ji bo wan nîne.

Di dema şerê navxweyî yê sala 2014'an de, Nîvgirava Qirimê ya piraniya şêniyên wê Rûs in, ji aliyê Rûsyayê ve hatibû kontrolkirin û piştre tevlî xaka Rûsyayê hatibû kirin. Biryarnameya ku Qirimê bi herêma başûr a Rûsyayê ve girê dide, ji aliyê Pûtîn ve hatibû îmzekirin.