Têkildarî êrîşa Nice 2 kesên din hatin binçavkirin

Têkildarî êrîşa 14'ê Tîrmehê ya li bajarê Nice yê Fransayê, du kesên din hatin binçavkirin.

Têkildarî êrîşa 14'ê Tîrmehê ya li bajarê Nice yê Fransayê, du kesên din hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan, lêpirsîna li 5 kesên hevalên kesê êrîş kiriye, dewam dike.

Çavkaniyekî nêzî rayedarên lêpirsînê dikin diyar kir, 2 kesên wêneyên wan di telefona destan a êrîşkarê Tûnisî hat dîtin, hatine binçavkirin.

Di pîrozbahiyên salvegera şoreşa Fransayê yên 14'ê Tîrmehê de, li Nice êrîşek hatibûkirin û 80 kesî jiyana xwe ji dest danbûn, 300 kes jî birîndar bûbûn.