Hejmara namzetên ji bo serokkomariya Fransayê zêde dibe

Li Fransayê, ku bêkarî, rewşa neyînî ya aboriyê û êrîşên çeteyan her di rojevê de ne, piştî 8 mehan wê hilbijartinên serokkomariyê bên lidarxistin. Ji bo serokkomariyê hejmara namzetan her zêde dibe.

Tevî namzetên tevlî pêşhilbijartinên li nava partiyên rastgir û çepgirî û namzetên serbixwe, heta niha herî kêm 50 siyasetmedar xwe amade dikin di hilbijartinên Nîsana 2017'an de bibin namzet.

Endamê Partiya Sosyalîst (PS) Françoîs Hollande yê di sala 2012'an de hat hilbijartin, ji ber ku di mehên dawî de kêm jî be rêjeya bêkariyê hinekî daketiye, tê payîn ji nû ve bibe namzet. Di pêşhilbijartinên li PS de, tevî Hollande, ji aliyê çep ê vê partiyê Beneoît Hamon û Arnaûd Monteboûrg, tevî ku ne fermî jî be, namzetiya xwe ragihandine.

Tê payîn ku ji nava PS navên girîng ên berê namzetiya xwe eşkere bikin û wê hejmara namzetan a ji vê partiyê zêde bibe.

Ji bilî PS, ji nava partiyên çep a radîkal û komunîst Jean Lûc Mêlenchon, Phîlîppe Poûtoû, Nathalîe Arthaûd û Antoîne Waecher jî namzet in. Mêlenchon ku di sala 2012'an de ji sedî 12 ê dengan stend, îlan kiribû ku eger Hollande bibe namzet ew ê tevlî 'pêşhilbijartina navbera partiyên çep' nebe.

DI PÊŞHILBIJARTINA LI NAVA RASTGIRAN DE JI SARKOZY HETA JÛPPE BI DEHAN NAMZET HENE

Di nava partiyên rastgir de, ku Partiya Komarparêz (LR) a bi serokatiya Nîcolas Sarkozy, gelek namzet hene tevlî pêşhilbijartinan bibin. Sarkozy ê di navbera salên 2007-2012'an de Serokkomarî kir, tê payîn ji nû ve bibe namzet. Li hemberî Sarkozy hevrikê herî xurt jî Wezîrê Karên Derve yê berê û Şaredarê Bordeaûxê Alaîn Jûppê xuya dike.

Lîderê Tevgera Demokrat a partiya rastgir a lîberal (Modem) Françoîs Bayroû dabû xuyakirin, ku eger di pêşhilbijartinên LR de Alaîn Jûppe bê hilbijartin, ew ê di Nîsana 2017'an de nebe namzet. Eger Nîcolas Sarkozy bibe namzet, tê payîn ku Bayroû jî bibe namzet û bi vî rengî Sarkozy tengav bike.

Di pêşhilbijartinên LR ên payîzê de, tevî Serokwezîrê berê Françoîs Fîllon û Jean Françoîs Cope, Brûno Le Maîre, Frederîc Lefebvre, Nathalîe Koscîûsko MorÎzet û Nadîne Morano zêdeyî deh siyasetmedar wê namzet bin.

Di pêşhilbijartina li nava rastgiran de şensê serketinê yê Alaîn Jûppe û Nîcolas Sarkozy zêde tê dîtin.

Siyasetmedarên jin Rama Yade û Mîchelle Allîot Marîe yên di dema Sarkozy de di nava hikûmetê de bûn, dan xuyakirin ku ew ê bibin namzetên serbixwe.