Li Kolombiyayê dor hat çavdêrên NY ku wê pêvajoya aştiyê kontrol bikin
Kolombiya ku bi biryar e şerê zêdetirî nîv sedsalê ajotiye bi dawî bike, li benda çavdêrên NY ye ku wê agirbest û çekdanîna gerîlayên FARC’ê kontrol bike.
Kolombiya ku bi biryar e şerê zêdetirî nîv sedsalê ajotiye bi dawî bike, li benda çavdêrên NY ye ku wê agirbest û çekdanîna gerîlayên FARC’ê kontrol bike.
Bi armanca dawîanîna şerê mabeyna hikûmeta Kolombiya û Hêzên Çekkdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) ku ji sala 1964’an û vir ve didome, roja 23’ê Hezîranê agirbestek dualî û mayinda hatibû îmzekirin. Tê payîn ku hevpeymana aştiyê ya bi muzakereyên li paytexta Kuba Havanayê ji sala 2012’an ve didome hatiye diyarkirin, di hefteyên pêş de bê îmzekirin.
Li gor lihevkirinê, koma yekem a çavdêran ku nêzî 450 kesî ye û ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) hatine erkdarkirin, gihiştin paytext Bogotayê, tê payîn ku yên mane jî di hefteyên pêş de bigihêjin welêt.
HIKÛMET: ÇIQASÎ ZÛ WERIN WÊ EWQASÎ BAŞ BE
Hikûmeta Kolombiyayê jî da xuyakirin ku dixwazin çavdêrên NY yên piraniya wan ji welatên Amerîkaya Latîn in, ‘bi lez’ dest bi wezîfeya xwe bikin.
Di daxuyaniyê de ku ji hêla Komîserê Bilind ê Aştiyê Sergîo Jaramîllo yê ji hêla Serokê Dewletê Jûan Manûel Santos hatiye wezîfedarkirin, wiha hate gotin; “Pêdiviya me pê heye ku mîsyona NY bi lezgîniyek herî mimkûn dest bi wezîfeya xwe bike.” Jaramîllo got piştî muzakereyên endamên Mîsyona NY ya li Havanayê, eger hevpeymana aştiyê bê îmzekirin divê li welêt be, destnîşan kir ku ev jî wê venêrîna çavdêran a referandûma têkîldarî hevpeymanê hêsantir bike.
Jaramîllo ragihand ku koma çavdêran a yekem gihiştiye Bogotayê, diyar kir ku tevahî çavdêrên din jî heta 3 an jî 4 hefteyan wê werin welat.
WÊ LI 40 HERÊMÊN CUDA WEZÎFEYÊ BIKIN
Rapora ku erka çavdêrên wê biçin Kolombiyayê pênase dike, duh ji hêla Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon pêşkêşî Konseya Ewlehiyê hatibû kirin.
Li gor raporê ku wê 26’ê Tebaxê li Konseya Ewlehiyê nîqaşa wê were kirin, li gel 450 çavdêrî wê hin sivîl jî bên Kolombiyayê.
Çavdêrên NY, li gel biryargehên leşkerî yên neteweyî û herêmî yên li tevahî Kolombiyayê, wê li 23 qadên ku gerîla lê kom bibin jî venêrînê bikin. Lê, hejmara çavdêrên heta niha ji hêla NY hatine wezîfedarkirin nêzî 80 kesî ne.
PIŞTÎ ÎMZEKIRINA HEVPEYMANA AŞTIYÊ, BÊÇEKKIRIN
Li gor lihevkirina li Havanayê, piştî îmzekirina hevpeymana aştiyê ya bi armanca bêçekkirina gerîlayên FARC’ê, wê gerîla kom bibin. Li gor vê jî wê gerîla piştî hevpeymanê li 23 qadên cuda kom bibin û piştre jî derbasî merheleya bêçekbûnê bibin.
Ji bo vê jî, pêwîst e destpêkê hevpeymana aştiyê ji hêla gelê Kolombiyayê bê pejirandin.
Tê texmînkirin ku di şerê navbera FARC û artêşa Kolombiya de ku ji sala 1964’an destpê dike, kêmanî 260 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Di domahiya şer de 45 hezar kes hatin windakirin, 7 mîlyon kes jî ji cih û warê xwe bûne.
Ji bo bidawîkirina şerê navxweyî, di dawiya sala 2012’an de li paytexta Kuba Havanayê di bin venêrîna NY de hevdîtinan destpê kiribûn. Mabeyna FARC û hikûmetê de destpêka salên 2000’î de jî hevdîtin çêbibûn, lê lihevkirinek çênebibû.