Li Rûsyayê li hember koma çekdar a Kafkasayayî operasyon: 4 kuştî

Li Rûsyayê di operasyona de ya li hember komeke Îslamiyên redîkal ên ku ji Kafkasayê ne, 4 milîtan hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ajansa TASS, li bajarê Saînt Betersbûrg tîmên taybet ên girêdayî FSB’ê operasyonekî berfireh lidar xistine.

Li gorî nûçeya ku ajans dispêre agahiyên Komîteya Lêpirsînê; di operasyona li bajêr li ser avahiyekê de li hember komekî bi çek ên ji Bakûrê Kafkasayên de şer qewimî. Di şar de 4 milîtan hatin kuştin.

Hat diyarkirin ku di şer de ti ziyan negihiştin sivîl û erkdarên ewlekariyê, nehat zanîn ku ti kes bi saxî girtine yan ne.

Li gorî nûçeya malperekî herêmî ya bi navê Fontanka. rû jî; îdîa kir ku piştî operasyonê erkdarekî yê ewlekariyê li ser sedyeyê derxsitine. Di nûçeya malperê de diyar kir ku operasyon FSB’ê li ser îxbarkirina Şaxê Kabardîno-Balkarya pêk hatiye.

Tê zanîn ku li Kafkasyayê komên îslamî yên redîkal hevkariya wan bi DAIŞ’ê re hene. Tê texmîn kirin ku ji Komara Federal a Kafkasyayê welatiyên Rusyayê çûne Sûriye û Iraqê.