Desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan di rojeva Elmanyayê de ye

Bersiva hikûmeta Elman a ku li ser pirsekê gotibû "Tirkiye ji bo komên terorê yên tund ên Îslamî bûye platforma çalakiyan" cihekî berfireh di medya Elman de girt. Siyasetmedarên Elman dixwazin, desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê jî bê eşkerekirin.

Bersiva hikûmeta Elman a li ser pirsekê, ku gotibû "Tirkiye ji bo komên terorê yên tund ên Îslamî bûye platforma çalakiyan" cihekî berfireh di medya Elman de girt. Gelek siyasetmedarên Elman dixwazin, desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê jî bê eşkerekirin.

Di bernameya bi navê Hauptstadtstudio ya qenala destpêkê ya Elman ARD de, bersiva hikûmeta Angela Merkel a ji bo pêşnûme pirsa Parlamentera Partiya Çep (Dîe Lînke) Sevîm Dagdelen, weşand.

Li ser navê hikûmetê, Wezareta Karên Hundir bersiv da pêşniyar pirsê û got, "Tirkiye ji bo komên tund ên Îslamî veguheriye platforma çalakiyan".

WEZARETA KARÊN HUNDIR BI 'ŞAŞITÎ' JI WEZARETA KARÊN DERVE NEPIRSÎ YE

Aliyekî din ê vê mijarê, ku di bernameya ARD'ê de bal kişand ew e; li şûna Wezareta Karên Derve, Wezareta Karên Hundir bersiv daye pirsa Parlamentera Pariya Çep Dagdelen. Piştî ku vê mijarê di çapemeniyê de cih girt, li ser navê Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîere yê ji partiya CDU daxuyaniyek hat dayîn û hat îdîakirin ku pêşnûme pirs, bêyî ku ji Wezareta Karên Hundir bi 'şaşitî' neyê pirsîn, hatiye bersivandin.

Lê belê Wezaretê, der barê naveroka metna bersivê ya li ser 'hevkariya çeteyan' a Tirkiyeyê, ti daxuyanî neda. Ev yek jî nîşan dide, ku têkiliya Tirkiyeyê ya bi çeteyan re ji aliyê îstîxbarata Elman ve hatiye tespîtkirin.

JI BO SCHAUBLE YA MUHÎM, BERJEWENDÎ YE

Li dû weşandina nûçeyên li ser Tirkiyeyê, Wezîrê Maliyeyê Wolfgang Schauble yê ji CDU daxuyaniyek da. Ev daxuyaniya vî wezîrî nîşan dide ku 'berjewendî' yekane pîvana diyarker e.

Wezîrê Maliyeyê Wolfgang Schauble da xuyakirin, ku ew bi xwe jî polîtîkayên Erdogan naecibîne, lê tevî vê yekê jî alîgir e ku bi AKP'ê re hevkariyê bikin. Schauble îdîa kir, ku ev hevkariya bi Erdogan û AKP'ê re, ji bo wan pêwîstiya 'berjewendî û berpirsyariyê' ye.

Schauble der barê hevkariya bi AKP'ê re got, "Bi xweşiya her kesî biçe yan neçe, divê em têkiliyeke baş bi cîranên xwe re deynin."

KESK: ALÎKARIYA TIRKIYEYÊ YA JI BO ÇETEYAN, JI ASTA KU ELMANYAYÊ EŞKEREKIRIYE ZÊDETIR E

Yek ji parlamenterên sereke yên Partiya Keskan Jurgen Trîttîn der barê mijarê de ji rojnameya Handelsblattê re axivî û anî ziman, desteka lojîstîk a Tirkiyeyê ya ji bo rêxistinên çete yên li Rojhilata Navîn ji berê ve tê zanîn. Trîttîn da xuyakirin, ku tespîta ji aliyê hikûmeta Elman ve hatiye kirin, kêm e û anî ziman, divê alîkariya Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ û El Nûsra jî li nava vê nirxandinê bê bicihkirin.

Parlamenterê Keskan diyar kir, divê hikûmeta Elman êdî bi rengekî vekirî mijarê bixe rojeva xwe û ragihand, desteka Tirkiyeyê ya ji bo rêxistinên Biratiya Misilman û Hamasê ji xwe tê zanîn. Trîttîn got, Tirkiye bi desteka xwe ya ji bo komên nêzî Biratiya Misilma re li pêşiya qedandina şerê navxweyî yê li Lîbyayê asteng e.

FDP: HIKÛMET BI ÇI ZANE, BILA EŞKERE BIKE

Serokê Partiya Lîberal Demokrat (FDP) Chrîstîan Lîndner jî ji Serokwezîr Angela Merkel û hikûmetê xwest, hemû agahiyên li ber destê wan ên li ser desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan, eşkere bikin. Lîndner da xuyakirin, ku eger welatekî endamê NATO'yê, ku leşkerên Elman jî lê hene, destekê dide 'komên terorê yên tund ên Îslamî' divê ev bi awayekî vekirî ji aliyê Meclîsa Elmanya û raya giştî ve bê zanîn.

Ji pisporên polîtîka derve ya partiya li desthilatdariyê CDU Roderîch Kîesewetter jî bi tenê got, 'di şert û mercên heyî de nabe muzakereyên li ser serbestiya vîzeyê bi Tirkiyeyê re bê meşandin'. Kîesewetter îdîa kir ku tevî vê yekê jî ji bo bandor li Tirkiyeyê bê kirin, divê diyaloga pê re dewam bike.