Slovakya, dewriyeyên Neonazî yên li dijî Romanan qedexe dike
Li Silovakyayê, xebata dewriyê ku ji meha Nîsanê ve pêkhateyek Neonazî li trenan dike, wê bê qedexekirin.
Li Silovakyayê, xebata dewriyê ku ji meha Nîsanê ve pêkhateyek Neonazî li trenan dike, wê bê qedexekirin.
Hikûmeta di bin rêveberiya Serokwezîr Robert Fîco de da xuyakirin ku dewriyeyên trenê ya ku partiya nîjadperest a bi navê LSNS ji bo perçiqandina kêmneteweya Romanan dane destpêkirin wê bên qedexekirin.
Berdevkê Wezareta Edaletê Peter Bûbla jî got bi qanûnekê ve wê êdî nehêlin ji bilî polîsan ti kom li hesinrêyan bi wezîfeya dewriyeyê rabin. Bûbla destnîşan kir ku bi vê ve jî wê dewriyeyên Neonazî yên ne li ser ti bingehên qanûnî ne ji holê bên rakirin, bal kişand ku ev tevgera Neonazî jî ji bo perçiqandina Romanan e.