Ji bo entegrasyona penaberan a li qada kar, bernameyên 'afirîner' divê

Weqfa Bertelsmann a Elman, li Ewropayê bi taybetî jî li welatên Elmanya, Swêd, Fransa, Brîtanya Danîmarka, Awûstûrya û Hollandayê, 'hewldanên' peydakirina kar ji bo penaberan, lêkolîn kir.

Li gorî rapora weqfê, di nava salên dawî de welatên herî zêde hewl dane ji penaberan re kar peyda bikin Swêd û Danîmarka ye. Di raporê de hat ragihandin, Fransa û Brîtanya di vî warî de bêbername ne. 

Di raporê de tê bibîrxistin, ku li Swêdê, penaber ji roja serlêdana penaberiyê dikin û pê ve dibin xwedî mafê xebatê û hat gotin, ev maf li welatên mîna Fransayê nîne. Hat tespîtkirin, ku tevî vê yekê jî di navbera salên 2013-2014'an de hejmara penaberên li Swêdê kar ji wan re hatiye dîtin bi tenê 450 ye.

Li gorî rapora Weqfa Bertelsmannê, beşeke girîng a ji penaberên hatine welatên Ewropayê, li welatê xwe xwendine yan jî xwedî pîşeyekî ne. Lê belê dema tên Ewropayê, pirsgirêka ziman weke astengiya herî mezin derdikeve pêşiya wan.

Di raporê de hat ragihandin, ku li welatên mîna Danîmarkayê, tevî ku bernameyên ji bo entegrasyona penaberan hene û di vî warî de derfet ji karsazan re tê dayîn, di dawiya bernameyên sê salên dawî de hejmara penaberên entengreyî qada hatine kirin bi tenê yek ji sê parên penaberên li van welatan e.

Di dewama raporê de hat gotin, ji bo tepsîtkirina encamên bernameyên ziman û entegrasyonê yên li Elmanya û Awûstûryayê, pêwîstî bi demê heye.

'DIVÊ TEDBÎRÊN NÛ WERIN GIRTIN'

Endamê Estîtuya Zanîngeha Ewropayê a li Floransa (IUE) Îvan Martîn, ku tîma pispor a rapor amade dikr bi rê ve bir, di wê baweriyê de ye ku ji bo kar ji penaberan re bê peydakirin, pêwîste welatên Ewropayê tedbîrên 'bêhtir afirîner' bigirin. Martîn da xuyakirin, ku entegrasyona penaberan hem ji aliyê civakî hem jî ji aliyê malî ve wê bi kêrî her kesî bê.

Martîn da zanîn, bi taybetî di mijara entegrasyona penaberên jin de kêmasiyên cidî hene û bal kişand ser girîngiya bernameyên teşwîqa taybet.