Bakurê Îrlandayê li dijî Brexîtî doz vekir

Ji bo referandûma ku 23’ê Hezîranê biryara hate girtin ku Brîtanya ji Yekîtiya Ewropa derkeve, rêyên hiqûqî tên ceribandin.

Hiqûqnasên ji Bakurê Îrlanda û Londonê, ji bo destûra parlamentoyên Belfast û Londonê ketin nav tevgerê.

Di referandûma Brîtanya Mezin de ji nîvê gelê Îngîlîz û Galler zêdetir ji bo derketina ji Yekîtiya Ewropa deng bi kar anî, li Bakurê Îrlanda, London û Skoçyayê jî piraniya gel xwest di Yekîtiya Ewropayê de bê dewamkirin.

Heman dozeke ku buroyek hiqûqê li Londonê ceribandibû, li Bakurê Îrlandayê jî tê ceribandin. Komek hiqûqnasên li Belfastê, ji bo biryara Brexîtê tenê bi destûra parlamentoyên Bakurê Îrlanda û Londonê pêk were, daxwaznameya dozê da.

Hiqûqnas bal dikşînin ku pêkanîna biryara Brexîtê ne li gor ‘Hevpeymana Îna Pîroz’ e ku sala 1998’an hatibû îmzekirin û di çareseriya pirsgirêka Bakurê Îrlanda de xwedî girîngiyek mezin e. Hevpeymanê dawî li wî şerî anîbû ku ji sala 1969’an û vir ve bibû sedema jiyana 3 hezar û 500 kesî.

Parazvanê Mafên Mirovan Raymond McCord ku wî jî serlêdan kiriye, hişyarî da ku eger yekalî derketin ji YE çêbibe, ev wê zerarê bide ‘îstîqrara’ li Bakurê Îrlandayê.

Tê plankirin ku serlêdan di 5’ê Îlonê de bê nîqaşkirin.